Siyasetmedar û rewşenbîran ji Amedê bang kirin: PKK îradeya rewa ya Herêma Kurdistanê tune dihesibîne

09-11-2020
RÛDAW
Bi dehan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî li Amedê bang li PKKê kirin ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire. Wêne: Navenda Ragihandina PAKê.
Bi dehan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî li Amedê bang li PKKê kirin ku rêzê li serweriya Herêma Kurdistanê bigire. Wêne: Navenda Ragihandina PAKê.
Nîşan Kurdistan Kurd PKK Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bi dehan siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî îro li Amedê di daxuyaniyeke hevbeş de, êrîşa roja 4ê Mijdarê ya PKKê bo ser Hêzên Pêşmerge li bajarokê Çemankê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang kirin, ku rê li berê şerê navbera Kurd û Kurd bê girtin û diyar kirin, “di pêvajoyeke wiha de giringiya parastina nirx û destketinên me yên netewî, ji her demê zêdetir derdikevin pêş.”

Siyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanî îro 9ê Mijdara 2020an demjimêr 11:00 li Amadê li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê di derbarê rûdanên li Başûrê Kurdistanê de bi îmzeya sedan kesan daxuyaniyeke hevbeş dan.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîr bi tedbîrên pandemiya Coronayê beşdarî vê civînê bûn û li ser navê yên ku daxuyanî îmze kirine, siyasetmedarê Kurd Yusuf Aydin daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, wan rewşenbîr û siyastemdaran siyaseta PKKê ya li hember Başûrê Kurdistanê bi tundî rexne dikin û dibêjin: “Ev demek e ku hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê û çalakiyên wê yên ku îradeya meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê tune dihesibîne, bûye sebebê gelek tengezariyan.”

Rewşenbîr û siyastemdaran Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê daxwaz ji PKKê dikin ku serweriya Herêma Kurdistanê nas bike û pirsgirêkan ji herêmê re çê neke. Ew dibêjin: “Divê PKK serweriya rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike, divê rêzê li îradeya wê ya meşrû bigire. PKK divê bi çalakiyên xwe û helwestên xwe yên siyasî rê ji êrîş û midaxaleyên dewletên mêtingehkar ên li ser Başûrê Kurdistanê re xweştir neke û divê hemû pirsgirêk bi rêya dîyalogê û bi hevdudîtinan bêne çareserkirin.”

Li gor daxuyaniyê, “dijminên Kurd û Kurdistanê ji bo destkeftinên gelê me yên netewî û dîrokî ji holê rakin tu firsendê ji dest bernadin û gelek planên qirej ên vekirî û veşartî bicîh tînin. Di pêvajoyeke weha de girîngiya parastina nirx û destketinên me yên netewî, ji her demê zêdetir derdikevin pêş.”

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

Em kêfa dijminan li xwe neynin, werin em li dora destkeftinên xwe yên netewî bibin yek

Wek bi giştî miletê Kurd û bi taybetî jî gelê me yê Başûrê Kurdistanê di dem û pêvajoyeke dîrokî û hesas re derbas dibin.

Dijminên Kurd û Kurdistanê ji bo destkeftinên gelê me yên netewî û dîrokî ji holê rakin tu firsendê ji dest bernadin û gelek planên qirej ên vekirî û veşartî bicîh tînin.

Di pêvajoyeke weha de girîngiya parastina nirx û destketinên me yên netewî, ji her demê zêdetir derdikevin pêş.

Ji ber vê yêkê, ew êrîşa ku PKKyê di roja 04.11.2020ê de li Başûrê Kurdistanê, li der û dora qezaya Amêdiyê biriye ser hêzên pêşmerge, di eslê xwe de nîşana tune hesibandina meşrûîyeta statuya siyasî ya federe ya Başûrê Kurdistanê ye û bi tu awayî ne cihê qebûlkirinê ye. Em vê êrîşê şermezar dikin.

Eve demek e ku hebûna PKKê ya li Başûrê Kurdistanê û çalakiyên wê yên ku îradeya meşrû ya Parlamento, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê tune dihesibîne, bûye sebebê gelek tengezariyan.

Lê mixabin, bi vê êrîşa ku di roja 04.11.2020ê de rûdaye, ev alozî û tengezarî gihîştîne merheleyeke nû ku ev jî cihê metirsî û fikaran e.

Tu şik tê de tune ye ku êrîş û şerên bi vî rengî, dê zerareke mezin bide doza rewa ya miletê Kurd û destkeftinên me yên netewî yên li Başûrê Kurdistanê. Êrîş û şerên bi vî rengî tenê ne rîskek li ser destkeftinên Başûrê Kurdistanê ye, herweha li perçeyên din ên Kurdistanê jî dê bibe sebebê birînên kûr ên ku kewandina wan dê gelekî zehmet be.

Pir zelal e ku herî zêde kêfa dagirkeran dê ji vê rewşê were.

Ji ber vê yekê jî, ji bo ku em dereng nekevin, ji bo ku em bikaribin rê li ber nexweşî û têkdanên mezintir bigirin, divê em van tengezarî û alozîyan bi dawî bînin. Ji bo em bikaribin vê bicîh bînin divê em sebebên van tengezarîyan ji holê rakin.

Ji bo vê jî divê PKK serwerîya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê nas bike, divê rêzê li îradeya wê ya meşrû bigire. PKK divê bi çalakiyên xwe û helwestên xwe yên siyasî rê ji êrîş û midaxaleyên dewletên mêtingehkar ên li ser Başûrê Kurdistanê re xweştir neke û divê hemû pirsgirêk bi rêya dîyalogê û bi hevdudîtinan bêne çareserkirin.

Birêz Serok Mesûd Barzanî di gotareke xwe de gotibû, “Divê em şerê birakujîyê wek karekî heram bizanibin”. PKK divê vê nêrîn û gotara Birêz Serok Mesûd Barzanî bi hişmendîyeke berpirsyarane û bi awayekî çêker binirxîne û divê xwe ji helwestên ku dê bibe sebebê têkçûna aramîya Herêma Kurdistanê dûr bixe.

Ji bo ku van pirsgirêkên heyî kûrtir nebin û ji bo nexweşî û êşên nû rû nedin, divê raya giştî ya welatperwer a Kurd, dezgehên sivîl û aktorên sîyasî yên Kurd  bi hevdu re  helwestekê  bigirin.

Li cihê ku em kêfa dijminên xwe bînin, werin em bi hevdu re li dora doza azadî û serxwebûnê ya miletê xwe bibin yek.

09.11.2020

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst