Nêçîrvan Barzanî: Êrişa li ser hêzên Iraqê diselmîne ku teror metirsiyeke berdewam e

09-11-2020
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Rezwaniye Iraq Sunne DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, êrişa li Rezwaniye diselmîne ku “teror gef û metirsiyeke berdewam e û jiyan û aramiya me hemû aliyekê bi armanc girtiye.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrişa li ser hêzên emnî yên Iraqê li Rezwaniye daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Gelek bi tundî wê êrîşa terorîstiyê şermezar dikim ku derengên şeva derbasbûyî li ser binkeyeke hêza emniyên Iraqê li Rezwaniye hate kirin û mixabin hejmarek ji hêzên emnî û xelkê medenî bûne qûrbanî. Hevxemê kesukarên qurbaniyan im, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez dike, “Ev êrîş diselmênin ku teror gef û metirsiyeke berdewam e û jiyan û aramiya me hemû aliyekê bi armanc girtiye, ji bo wê yekê divê hemû aliyek hevkar û hemaheng bin û bi yekgirtî rûbirûyê wê bibin.”

Roja 08.11.2020, çekdarên DAIŞê li navçeya Rezwaniye li rojavayê Bexdayê êrişî xaleke pasewanî ya hêzên Heşda Eşayîrî kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin.

Çekdarên DAIŞê bi narincok êriş kirin û paşê teqe li hêzên Heşda Eşayîrî kirin.

Rezwaniye, navçeyeke Sunnenîşîn e û di demên derbasbûyî de berdewam şer û pevçûn li wê deverê hebûne.

Niha ew dever ji xelkê vala bûye û artêşa Iraqê û Heşda Eşayîrî li navçeyê bicih bûne û navçe di bin kontrola wan de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst