Cezayê kesên li Pirdê destdirêjî li jinekê kiribûn diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Kerkûkê biryara cezayê heta hetayê ji bo wan herdu kesan der kir ku li Pirdê destdirêjiya seksî li jineke Kurd a xwedî pêdiviyên taybet kiribûn.

Meha Nîsana îsal girte vîdyoyek li torên civakî belav bû ku 2 kesan di nav malekê de destdirêjiya seksî li jineke xwedî pêdiviyên taybet dikir.

Ew jina Kurd rewşa derûniya wê cêgir nîne, hevjînê wê Turkmen e, xwedî pêdiviyên taybet e û nikare bimeşe.

Bûyerê li yek ji malên vala li Pirdê rû dabû, paşê polîs û hêzên emnî dest bi lêkolînê kir û hejmarek kes bi tohmeta destdirêjiyê hatin desteserkirin û piştî 7 mehan dadgehê biryara cezayê heta hetayê bo wan 7 kesan der kir.

Piştî wê bûyerê, Serok Barzanî di peyamekê de daxwaz ji hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir bi hevbeşî lêkolînê li wê “tawana kirêt” bikin.

 Destpêkê li ser bûyerê 6 kes hatin desteserkirin, paşê 2 kes ji ber destdirêjiya seksî bo ser wê jinê li xaleke kontrolê li Pirdê hatin desteserkirin ku piştî “encamdana tawanê” vîdyo girtin û belav kirin.

Roja 09.04.2020, Kamîl Weys, Berdevkê Polîsê Kerkûkê di bernameya `Berpirsyar` a Rûdawê de aşkere kir ku ji kesan îtîraf bi tawana xwe kirine.

Roja 12.04.2020, Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, tohmetbaran gotine “di dema encamdana wê tawanê de bi temamî serxweş bûn.”