Ji serkirdeyên Kurdistanê bi boneya roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê peyamên pîrozbahiyê

09-11-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Nêçîrvan Barzanî Pêxemberê Îslamê Mesrûr Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya parlmantoya Kurdistanê bi boneya roja jidayîkbûna pêxemberê îslamê peyamên pîrozbahiyê belav kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, “Bi boneya bibîranîna jidayikbûna pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bin) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan, Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.”

Serok Barzanî di peyama xwe de hêviya wê xwest ku, “Ev boneya pîroz bibe sedemeke din a bihêzbûna peyama aştî, birayetî û pêkvejiyan, lêborînê.”

Herwiha Serok Barzanî got, “Ji Xwedayê mezin dixwazin ev helkefta pîroz ji bo gelê Kurdistan û navçeyê bi giştî bibe cihê xweşî, xêr, bereket û dawiya zulm, tundî, çewisandin û bişaftina miletan.”

 

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de got, “Ez bi helkefta ji dayîkbûna pêxemberê îslamê Hz. Mihemed (silava Xudê lê be), germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.”

Serokê Kurdistanê herwiha got, “Hêvîdar im ev helkefte bibe wesîleya xêr û xweşiyê bo hemû gelên devera me û cîhanê herwiha her kesî teşwîq bike bo biserxistina peyama aşitî, çêbûna zemîna dostaniyê, lêborîn û pêkvejiyanê di navbera gelan û hemû pêkhateyên etnîkî û ayînî de.”

 

 

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got, bi boneya bibîranîna ji dayikbûna pêxemberê îslamê Muhemed (silavên Xwedê li ser bin) germtirîn pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”

Serokwezîrê Kurdistanê got, “Hêvîdar im Xwedê vê bibîranîna pîroz bike sedema şadî, bextewerî, geşepêdan bi pêkvejiyan aştiyane û yekrêziya zêdetir di navbera pêkhateyên Kurdistanê, aramî û aştiyê li Iraq û deverê de.”

 

 

Serokayetiya Parlamentoya Kurdistanê di peyama xwe de pîrzobahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kirin.

Herwiha di peyamê de hatiye gotin, “Hz. Muhemed (silavên Xwedê li ser bin) weke ku di Qurana pîroz hatiye wesifkirin, nimûneya exlaqbilindî, pakî û rastiyê bûye. Wî di dilên bi milyonan de nirxên mirovî yên mezin bicih kirin. Bi boneya vê roja pîroz em ji Xwedê hêvî dikin, xweşî û aştiyê bi ser Kurdistan, Iraq û hemû hemû cîhanê de bîne û dubare ev bibîranîne li hemû misilmanan pîroz be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst