Cenazeyê Serxwebûn û 13 şervanên HSDê bi xakê hatin spartin

09-11-2019
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser Serxwebûn Bengîn û ew kuştibû
Wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser Serxwebûn Bengîn û ew kuştibû
Nîşan Çarenivîsa Rojava Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Dêrikê bi merasîmeke girseyî cenazeyên 13 şervan Hêzên Sûriya Demokratîk û gencê bi bi navê Serxwebûn Bengîn ku wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser, hatin veşartin.

Îro Şemiyê (09.11.2019) cenazeyê Serxwebûn Bengîn ligel 13 şervanên HSD li Goristana Şehîd Xebat a li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin.

Duh Înê hêzên Rûsya û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê sêyemîn gera xwe ya hevbeş encam didan. Hejmarek welatiyên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê gera hevbeş a Tirkî-Rûsî protesto kirin, lê hêzên Tirkiyê yên di dewriyeya hevbeş a li gel Rûsyayê de, bi bombeyên gaza rondikrêj êrîşî wan welatiyên sivîl kirine û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Herwiha wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser welatiyê sivîl Serxwebûn Bengîn û ew kuştibû.

Dayîka Serxwebûn ji Rûdawê re got: “Ez êvarî hatim cem wî û min jê re got ku kurê min sibe neçe, lê got ku ew dê here. Ev bi keyf çû. Ji min re got ku Tirk hatine ser erdê me ez jî dê ligel xelkê herim. Ma çi heqên wan li me heye dan ser singê kurê min. Em doza xwîna xwe li Erdogan dikin. Ma çi heqê wî heye, wî ev milet qeland.”

Serxwebûn di meha Hezîrana îsal de zewicî bû û niha hevjîna wî ducanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst