Şaredariya Şêrewa ji bo koçberên Efrînê kampek amade dike

09-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Şaredariya Şêrewa Efrîn Koçber Kamp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina zivistanê re, rewşa koçberên Efrînê dijwar dibe, şaredariya bajarokê Şêrewa amadekariya kampeke nû dike, ku wê ew kamp di nava 15 rojan de amade bibe.

 

Rayedarên Şaredariya Şêrewa dibêjin, ku wan bingehên sereke ji bo kampê amade kirine û çadir û pêdiviyên sereke hatine dabînkirin, û ji ber tirsa baranan û lehiyan, jêrzemînek jî hatiye amade kirin.

 

Li gorî ku Şaredariya Şêrewa dibêje, ku 40 çadir amade bûne û di nava 15 rojan de, ewê dest bi pêşwaziya koçberên Efrînê bikin û wan di nava kampê de bicih bikin.

 

Tê zanîn ku ev 5em kamp e ku li navçeya Şêrewa ya ser bi herêma Efrînê ve tê damezrandin.

 

Bi hezaran ji xelkê herêma Efrînê ji ber şer û talankirin û binpêkirinên çekdarên opozisyona Sûriyê û Artêşa Tirkiyê, neçar bûn dev ji mal û gundên xwe berdin û niha ew li herêma Şehba dimînin û jiyaneke zehmet derbas dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst