Parlamenterên Kurd dixwazin navên Kurdî vegerin

09-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

 

Hewlêr (Rûdaw)- Ji sala 1949an de dewleta Tirkiyê navê bajar, navçe û gundên Kurdan guhartin û piraniya wan kirin Tirkî û êdî nivîsandina wan bi Kurdî qedexe bû.

Serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di paketa demokrasiyê de ragihand ku ji bo navên hatine guhartin vegerin weke berê, pêwîste navê bajar, bajarok û navçeyan bi daxwaza perlamenteran li parlemantoyê biryar li ser bê standin û navên gundan li ser daxwazên gundiyan wê bê guhartin.

Yekem nav ku hat vegerandin, navê navçeya Aydinlar a bajarê Sîrtê ku vegeriya wek berê Tilo, lê parlamenterên Kurd dixwazin car bi car navê bajarên Kurdan vegerînin navên xwe yên rast.

Parlemantera BDPê ya Êlihê Ayla Akat Ata derbarê navê Êlihê û navçeyên wê bê guhertin de pêşniyara yasayî ya ku amade kiriye pêşkeşî parlamentoyê kir.

Ata di pêşniyarê de xwest ku navê Batmanê bibe "Êlih", yê navçeya Beşîrlî jî bibe "Qubîn", yê Hasankeyfê bibe "Heskîf", yê Gercûşê jî bibe "Kercews", yê Kozlikê bibe "Hezo", navê Sasonê jî bibe "Qabilcews".

Her wiha di vê derbarê de parlamenterê BDPê Yê Amedê Altan Tan jî pêşinyarek radestî Parlamentoyêa Tirkiyê kir û têde daxwaz kir ku navê Erzerom ku bi Tirkî Erzurume vegere bi kurdî û bibe Erzerom.

Lê Siyasetmedarên Kurd dibêjin, pêwîste ew yasa bi vî rengî be, hemû navên ku piştî 1949an de hatine guhartin vegerin wek berê  û ji bo wê jî komîteyên taybet bihatana li darxistin û hewce ne dikir ku bajar bi bajar û navçe bi navçe derbasî dengdana parlamentoyê bibe, ji ber ku niha piraniya parlamentoyê Tirk in û dibe ku gelek caran ew bibin asteng li pêş guhartinên navên van bajar û navçeyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst