Merîwan: ‘Daristanan bi zanîbûn dişewitînin’

2 demjimêr berê
Şewata li Kosalanê / Wêne: Ji ber dîmenan
Şewata li Kosalanê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Merîwan Kosalan Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Jîngehparêzên ji Merîwana Rojhilatê Kurdistanê diyar dikin ku “Daristanan bi zanîbûn dişewitînin.”

Ev çend roj in ku jîngehparêz hewl didin agirê li Daristana Kosalana Sewlawayê bitemirînin.

Agir tê vemirandin lê careke din şewat dest pê dike û daristan dişewite.

Nacî Kanîsananiyê ku li Merîwanê jîngehparêz e da zanîn, hokarên wekî “xerakirina jîngehê, çêkirina rêyan, midaxeleya bi zanîbûn a xelkê, hebûna gelek baregehên leşkerî” sedemên sereke yên şewatan in.

Nacî Kanîsananî diyar kir ku ev hokar li ser jîngeha Merîwanê “metirsiyên zelal û rasterast” in û got:

“Mixabin hebûna baregehên lekşerî û peydanekirin û negeirtina wan kesên ku daristanan bi zanîbûn dişewitînin dibin sedem.”

Rûbera herêma Kosalanê 57 hezar hektar e û Meclisa Bilind a Jîngehê ya Îranê sala 2009an ev herêm wekî “jîngeheke parastî” destnîşan kiriye.

Şewitandina Daristana Kosalanê xeyn ji kêmbûna daran rê li ber mirina gelek ajelan jî vedike.

Nacî Kanîsananî li ser cureyên ajelên ku li Kosalanê dijîn got:

“Li vê herêmê 117 cure teyr û tilûr, 23 cure ajelên bimemik û 17 cure ajelên xişok dijîn.

Her wiha li vê herêmê bi hezaran cureyên giya û bi dehan cureyên daran hene.”

Li gorî raporên saziyên fermî, li Kosalanê rûberekîe bi qasî 620 hektarî şewitiye.

Hêzên ewlehiyê ji ber “hesasbûna herêmê” rê nadin ku jîngehparêz herin midaxeleyî agir bikin û ev jî dibe sedem ku şewat gelekî berbelavtir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst