Li Semsûrê 3 kes hatin desteserkirin: Hincet PKK ye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Semsûr Operasyon Desteserkirin PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Şaxa Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê, bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê îro bi hinceta “çalakiyên PKKyê” operasyonek li dar xist.

Tîmên ewlehiyê, di operasyonê de bi ser malekê de girt û bi hinceta “endamtiya PKKyê” 3 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin, ji bo îfadayînê birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Semsûrê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst