ERDÎŞ - Ji bo tiriyê tescîlkirî rezên nû tên danîn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wan Erdîş Tirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya Wanê bi mebesta parastina çanda rezvaniyê û berbelavkirina hilberîna tiriyê wê yê tescîlkiriî, rezên nû tên danîn.

Li Erdîşê beriya 4 salan ji bo berbelavkirina tiriyê wê navçeya Wanê ku cureyeke endemîk e, projeyekê dest pê kir.

Di çarçoveya projeya Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a Navçeyê de li cotkaran şitlên mêwan hatin belavkirin.

Li navçeya ku heta niha milyonek û 660 hezar şitlên mêwan hatiye belavkirin, rezên nû hatin danîn û qada tirî hat berfirehkirin.

Tiriyê Erdîşê ku bi tam û aromaya xwe, şiklê pelên xwe û bi qaşilê xwe yê tenik ji cureyê din vediqete, ji Saziya Marka û Patentan a Tirkiyeyê "Belgeya Tescîla Nîşana Cografî" wergirtiye.

Cotkaran ji bo tiriyê Erdîşê dest bi miştaxeyê kir.

Cotkar bi tirî, bastîq, helîl û dimsê debara xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst