Hevşaredara Misircê hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, hevşaredara navçeyê Sadiye Aktîn û 4 kesên din îro sibehê ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

Polîsan li navçeya Misircê îro serê sibehê bi ser malan de girt.

Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, Hevseroka DEM Partiyê ya Misircê Saliha Sak, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sultan Yorulmaz, endama Meclisa Şaredariyê ya Misircê Mehpare Yeşîlbaş û Gulbahar Îvdîl hatin desteserkirin. 

Polîsan her pênc jinên desteserkirî birin Birêvebiriya Polîsan a Navçeyê.

Heta niha jî sedema desteserkirina wan nehatiye zanîn. 

Di hilbijartinên şaredariyê yên 31ê Adarê de namzedên DEM Partiyê Alî Riza Bîngol û Sadiye Aktîn ji sedî 53,08ê dengan wergirtin û bûn şaredar.