Mesrûr Barzanî: Bexda heta niha jî sîstema federal bawer nake

2 demjimêr berê
Mesrûr Barzanî bş xelkê re civiyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mesrûr Barzanî bş xelkê re civiyan / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Bexda Federalîzm Hilbijartin Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî got, “Li Bexdayê heta niha fikra hikûmeta navendî maye, hîn jî federalîzmê bawer nakin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Keleha Hewlêrê bi xelkê re civiya, guh da daxwazên xelkê û pirs bersivandin.

Mesrûr Barzanî da zanîn ku nifûsa Hewlêrê tim zêde dibe û ew li ser projeyeke veguhastinê dixebitin.

“Dê karebaya hemû Hewlêrê bibe 24 seetî”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi bîr anî ku li Hewlêrê pirsgirêka avê jî heye û got ku dê projeya wan a ji bo avê di nava 18 mehan de were temamkirin û dê pirsgirêka avê xelas bibe û li pey çû:

“Niha li çend taxên Hewlêrê kareba bûye 24 saetî.

Di demeke nêzîk de dê karebaya hemû Hewlêrê bibe 24 seetî û pirsgirêka deng û dûkela jenratoran jî namîne.

Ez ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê geşbîn im û aramî zêde dibe û aborî baştir dibe.

“Me piraniya pirsgirêkan çareser kirine”

Her wisa me piraniya pirsgirêkên bi Hikûmeta Îraqê re çareser kirine û me ji wan re hincet nehiştine çimkî me hemû pêbendiyên xwe bi cih anîne.”

Mesrûr Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Hêrema Kurdistanê ji sala 2013an ve nikare kesî tayîn bike û ev jî sûcê Bexdayê ye û got:

“Tim bi rêya birîna budceyê, neşandina budceyê û dereng şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêk ji bo dahata Herêma Kurdistanê çêkirine (Bexdayê).

“Bexda heta niha jî sîstema federal bawer nake”

Hikûmeta Federal tenê îsal milyonek xelkê xwe tayîn kir lê para xelkê Herêma Kurdistanê nebû.”

Serokwezîr Barzanî destnîşan kir ku Bexda heta niha jî sîstema federal bawer nake û anî zimên:

“Li Bexdayê heta niha fikra hikûmeta navendî maye, hîn jî federalîzmê bawer nakin lê tevî wê yekê jî pêwendiyeke me ya baş bi Serokwezîrê Îraqê re heye.

Niyeta min tim ew e ku pirsgirêk bên çareserkirin û em dê ji bo çareseriyê diyaloga xwe bidomînin.”

Mesrûr Barzanî daxuyand ku ji bo perwerde û xwendinê karên baş hatine kirin û got ku ew dixwazin bi taybetî kalîteya zanîngehan baştir bikin.

“Dengdan gelekî girîng e”

Serokwezîr diyar kir ku divê xelk here ser sindoqan û dengê xwe bide û got:

“Dibe ku hinek kes ji aliyê tevgereke siyasî ve hatibin bêhêvîkirin, ji wan re hatibe gotin ku dengên tiştekî naguherin û tevlîbûn û tevlînebûna wan wekî hev e.

Lê dengdan gelekî girîng e. Eger welatî dengê xwe nedin dê li şûna wan hinek kesên din dengê xwe didin.

Hilbijartin dê bandorê li jiyan û paşeroja we bikin.”

“Proje ji bo hemû Kurdistanê ne”

Mesrûr Barzanî amaje pê kir ku ew di danîna projeyan de li gorî bajaran tev nagerin û berdewam kir:

“Projeyên hikûmetê ji bo hemû Kurdistanê ne, ne tenê ji bo parêzgehekê.

Ez rexneyan li partiyan digirim ku nahêlin îdareyên parêzgehan projeyên hikûmetê bînin cih.

Desthilata partîyî ya li bajarê Silêmaniyê rê nedaye ku îdareya parêzgehê karê xwe bike û projeyan bi şiklê pêwîst bîne cih.”

“Kurdistan dergûşa aramî û bihevrejiyanê ye”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê cihê aramî û bihevrejiyanê ye û got:

“Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn cihekî gelekî aram e, xelk ji deverên din berê xwe dide Herêma Kurdistanê ji bo ku bi aramî bijî.

Ev jî bi saya xebata berdewam a Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê ye.

Ji bo me cihê serbilindiyê ye ku pêkhate û olên cuda li Herêma Kurdistanê bi hev re û bi tebayî dijîn.

Kurdistan wekî pêgeh û dergûşa bihevrejiyana hemû neteweyên cuda tê naskirin.”

Barzanî di meseleya kêmkirina kursiyên kotayan ên li parlamentoyê rexne li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) girtin û da zanîn ku kota bi hewlên YNKyê hatine kêmkirin û got:

“Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tim mafên pêkhateyan parastine û bi hewlên PDKyê bi kursiyên pêkhateyan hatin vegerandin.

Mesrûr Barzanî dawiyê xwest ku propaganda bi awayekî aram werin kirin û nebin sedema bêaramiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst