Li Dîlokê qeza: Mirî û birîndar hene

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek li refûja rê qelibî û şofêr mir û 4 kes jî birîndar bûn.

Otomobîla ku Muhammet Hanîl diajot li navçeya Şahînbeyê li refûjê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîman tesbît kir ku şofêr miriye, 4 kesên ku di otomobîlê de jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Rêya ku ji ber qezayê demekê hat girtin, piştî xebata ekîban dîsa ji çûyîn û hatinê re hat vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst