Li Wan û Mêrdînê hemû çalakî 5 rojan hatin qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wanê û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, hemû cure çalakî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê 5 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariyên her du parêzgehan ragihand, “di çarçoveya bangên PKKyê de dibe ku bi hinceta 9ê Çiriya Pêşînê, ji vê dîrokê û pê ve çalakiyên neyasayî yên ku werin kirin dê zererê bidin yekîtiya neteweyî û asayîşa civakê.”

Li gorî daxuyaniya parêzgariyan, civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî ji 9ê Çiriya Pêşînê saet 00:01ê heta 13ê Çiriya Pêşînê demjimêr 23:59an 5 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Amedê jî mîtînga Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) qedexe kir ku biryar bû 13ê vê mehê saz bike.

Her wiha li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wekî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê 5 rojan hatibûn qedexekirin.