Dagirkirina Girê Spî û Serê Kaniyê: Di 5 salan de çi bi serê xelkê hat?

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 5 sal di ser dagirkirina bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin.

Piştî derbasbûna 5 salan di ser dagirkirina bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê re, koçberên ji her du bajaran li kampên Rojavayê Kurdistanê di reşweke gelekî dijwar de dijîn.

Bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê 9ê Çiriya Pêşîna 2019an ji aliyê Tirkiye û kom û komikên wê ve hatin dagirkirin.

Ji wê demê ve tawanên wekî destdirêjî, kuştin, revandin, nefîkirin û diziyê berdewam dikin.

Tirkiye û komikên wê yên çekdar Kurdan neçar dikin ku ji axa bav û kalên xwe derkevin û Ereb û Tirkmenan tînin cihê wan û bi vê yekê hewl didin demografiya wan bajaran biguherînin.

Dagirkirina Serê Kaniyê

- Ji ber êriş û dagirkirina bajarê Serê Kaniyê ji sedî 87 xelkê wê ango nêzikî 200 hezar kes koçber bûn.

- Niha tenê 45 Kurd li Serê Kaniyê mane ew jî zarok û pîr û kal in.

- 60 gund bi temamî ji xelkê wan ê resen hatine valakirin ku 15 ji wan gundên Êzidiyan in.

- Li şûna Kurd û Erebên Serê Kaniyê 3 hezar malbatên çekdaran, Erebên hawirde û 15 malbatên DAIŞê hatine bicihkirin.

- Wan dest danî ser 6 hezar mal û hezar û 700 dikanan.

- 5 gund hema bêjin bi temamî hatine wêrankirin û gundê Eyn Hîsanê jî bi temamî hatiye wêrankirin.

- Çarenivîsa 72 kesên hatine revandin ne diyar e û ti zanyarî ji wan nehatine wergirtin.

- Di 5 salan de li Serê Kaniyê 72 caran teqîn çêbûne.

Dagirkirina Girê Spiyê

- Ji ber êriş û dagirkirina bajarê Girê Spiyê 100 hezar kes koçber bûn.

- Ji 100 gundên Kurdan, 60 gund di bi bin dagirkeriyê de ne. 

- Li şûna Kurdan hezar û 845 malbatên çekdaran û Erebên hawirde hatine bicihkirin.

- Li wî bajarî 75 kes hatin kuştin û 17 kes birîndar bûn û astengdar man.

- 89 kes hatin revandin.

- Kom û komikan dest danî ser 5 hezar û 171 mal, hezar û 180 dikan û 12 kargehan.

Ji wê roja ku Girê Spî û Serê Kaniyê ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê û heta niha, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawiz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkencekirinên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navneteweyî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine kirin.