DÎLOK - Agir bi daristanekê ket

10 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îslahiye Daristan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê agir bi daristanekê ket û piştî midaxeleyê hat kontrolkirin.

Li navçeya Îslahiyeyê ji ber sedemeke ku heta niha nayê zanîn agir bi daristana Çiyayê Almadînê ket û bi bandora bayê belav bû.

Li ser agahdarkirinê Birêvebiriya Çandinî û Daristanê ya Dîlokê 2 helîkopter, 8 makîneyên kar, 8 tankên avê û 100 karkerên agirvemirandinê û Saziya Agirvemirandinê ya Îslahiyeyê jî 7 makîneyên kar û 5 makîneyên avê şandin cihê bûyerê.

Hem ji asman û hem jî ji bejayê midaxeleya agir hat kirin û di nava çend saetan de agir hat kontrolkirin.

Hat ragihandin ku kar û xebatên sarkirinê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst