Leşkerekî Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê li herêma operasyona “Pence-Kilîdê” leşkerekî wan hatiye kuştin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê gerîlayên PKKyê li Başûrê Kurdistanê gule li baregeheke leşkeran reşandine.
Hat ragihandin ku di encamê de leşkerekî bi navê Sefer Alan birîndar bûye.
Leşkerê birîndar ber bi nexweşxaneyê ve hatiye veguhastin lê tevî hemû midaxeleyan miriye.
Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler jî peyamek belav kir û sersaxî ji malbata wî leşkerî re xwest.
Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi “Operasyona Pence-Kilîdê” kir ku heta niha jî berdewam dike.