Bûyerên windabûnê zêde bûn: Li Hezexê 2 zarok 3 roj in winda ne!

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê berî 3 rojan 2 zarok winda bûn û heta niha nehatine dîtin.

Li gundê Delavê Qesrê yê navçeya Hezexê ya parêzgeha Şirnexê berî 3 rojan 2 zarokên bi navên Enes D.yê 15 salî û Enes A.yê 14 salî winda bûn.

Berî 3 rojan her du zarok ji malê derketine û heta niha venegeriyane malê, çarenivîsa wan zarokan nediyar e.

Malbatan aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kirine.

Ji bo peydakirina her du zarokan hêzên ewlehiyê li navçeyê dest bi lêgerînê kir.