Li 6 parêzgehan operasyon: 8 kes hatin girtin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Osmaniye PKK YPG Desteserkirin Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 6 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi hinceta "beşdariya çalakiyên PKK-YPGyê" 8 kes hatin girtin.

Tîmên Şaxa Têkoşîna li dijî Terorê ya Birêvebiriya Ewlehiyê îro li parêzgehên Osmaniye, Edene, Mêrsîn, Mêrdîn, Hatay û Rihayê li 10 navnîşanan operasyonek da destpêkirin.

Di encama operasyonê de bi hinceta ku li Sûriyeyê "beşdarî çalakiyên PKK-YPGyê" bûne 10 kes hatin desteserkirin.

Piştî wergirtina îfadeyan hêzên ewlehiyê 10 kesên desteserkirî birin dadgehê.

Li dadgehê 8 kes bi heman hincetê bi biryara dadwer hatin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst