Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir

09-10-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê qebûl kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen li Hewlêrê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û çend mijarên din civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê di daxuyaniyê de da zanîn:

“Her du aliyan tekezî li ser girîngiya lidarxistin û serkeftina hilbijartinan ji bo Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê ji bo pêvajoya dengdanê xwest.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka civînê jî got:

“Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê her du alî li ser fikrekî bûn ku pirsgirêk bi diyalog û jihevtêgihiştinê werin çareserkirin.”

Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî “Jihevtêgihiştina Hewlêr û Bexdayê wekî kilîta aramiya Îraqê nirxand.”

Di beşeke din a civînê de Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayî rewşa Rojhilata Navîn û metirsiya zêdebûna aloziyan gotûbêj kir.

Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e aramiya herêmê were parastin û ji zêdebûna şer û aloziyan dûr were rawestan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir