Şaredarekî ji DEM Partiyê îstifa kiribû: Derbasî AK Partiyê bû

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî AK Partî Halîl Îbrahîm Karabulut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaredariya Aviskiya Jêrê ya navçeya Qubînê ya Êliha Bakurê Kurdistanê derbasî AK Partiyê bû.

31ê Adara 2024an di hilbijartinên xwecihî de namzedê DEM Partiyê Halîl Îbrahîm Karabulut serokatiya şaredariya bajarokê Aviskiya Jêrê bir rêjeya ji sedî 58.98ê dengan bi dest xistibû.

Halîl Îbrahîm Karabulut 7ê Hezîranê tevî endamên encûmeniyê îstîfa kiribû.

Karabulut ragihandibû ku dê bi awayekî serbixwe erka xwe bidomîne.

Şaredarê Aviskiya Jêrê Halîl Îbrahîm Karabulut bi merasîmekê ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî amade bû derbasî AK Partiyê bû.

Her wiha Şaredarê Qubînê Alparslan Karabulutê û Şaredarê bajarokê Girê Sîranê Îmadeddîn Ekmîşê ku ji Partiya Yenîden Refahê îstifa kiribûn jî derbasî AK Partiyê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst