Rojîn hîn jî nehatiye dîtin: Hêvî kêm dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Rojîn Kabaîş berdewam dikin ku ji 27ê Îlonê û vir ve xeber jê nayê standin.

Rojîn Kabaîşa xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê 27ê Îlonê ji hewalên xwe re gotibû ku dê here peravê golê û keviran kom bike.

Lê ji wê demê ve winda ye û ti xeber jê nîne.

Ji ber ku telefona wê ya mobîl û berguhkê wê li qeraxa Gola Wanê hatibûn dîtin ekîb bi drona bi kameraya termal hem li qeraxê û hem jî di golê de lêgerînê dikin.

Ekîban li Taxa Bardakçiyê ya nêzîkî qeraxê, avahiyên terikandî, qadên hêşîn û bilûlik kontrol kirin û li Rojînê geriyan. 

Ekîban li kamerayên ewlehiyê jî nihêrîn û xebatên lêgerînê yên li qeraxê didomînin.

Malbat û xizmên Rojînê jî li herêmê xebatan dişopînin û li benda xebereke xêrê ne.