ŞIRNEX - Ji bo ava 92 gundan sîstema enerjiya rojê hatiye avakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo dabînkirina ava 92 gundên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê sîstema enerjiya rojê hatiye avakirin

Li gundê Midînê yê navçeya Hezexê ya Şirnexê, bihayê zêde yê elektrîkê wiha kiriye ku alternatîvên nû bên peydakirin.

Li wî gundê ku niştecihên wê Suryanî ne, ji bo dabînkirina ava vexwarinê sîstema enerjiya rojê bûye bijardeya sereke.

Gundî ji derdê dana pereyan xilas bûn

Bi avakirina projeya sîstema enerjiya rojê re, gundî ji derdê dana pereyê elektrîkê yên ji bo avê xilas bûne ku mehane di navbera 100 û 120 hezar lîreyan de dihat (nêzîkî 4 hezar dolaran).

Muxtarê Gundê Midînê Şemûn Vergili got:

“Berî projeya enerjiya rojê, ji ber av û elektrîkê pirsgirêkên me yên mezin hebûn.

Di demên dawî de fatûrayên me gelekî zêde dihatin û heta 100 û 120 hezar lîreyan bûn.

Piştî avakirina vê projeyê, karê me gelekî hêsan bû. Niha bi enerjiya rojê ji hemû gund re ava pêwîst tê dabînkirin.”

Sîstemên enerjiya rojê dema elektrîk nebe jî kar dikin û hemû gund ji vê sîstemê razî ne.

“Piştî projeya enerjiya rojê em gelekî rihet bûne”

Muxtarê Gundê Gijalê Ramazan Bulduk jî got:

“Pêştir ji ber çûn û hatina elektrîkê pirsgirêkên me çêdibûn. Niha kareba hebe yan nebe, berdewam ava me tê.

Li gund 60 mal û 550 niştecih hene. Piştî vê projeya enerjiya rojê em gelekî rihet bûne.”

Di çar salan de li 92 gundên Şirnex û navçeyên wê 6 hezar û 714 panelên enerjiya rojê hatine danîn.

Ev proje dê li 237 gundên parêzgeha Şirnexê bê bicihkirin.

Ji her projeyekê 2,6 megawatt elektrîk tê hilberîn û ev elektrîk ji bo dabînkirina ava gundiyan tê bikaranîn.