Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen: Divê partiyên Kurdistanê yekdeng û yekrêz bin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Hitchen qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê hevdîtinê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du aliyan behsa “girîngiya yekdengî û yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir.”

Barzanî û Stephen Hitchen herwiha da zanîn ku “Divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê yekdeng û yekhelwest bin.”

Di civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê de mijarên wekî “hevkariya Brîtanyayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rewşa siyasî ya Îraqê” hatin nirxandin.

Herwiha li ser mijarên “pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên ku li ber deriyê wê ne” hatin guftûgokirin.

Xeyn ji van babetan, çend xalên wekî “pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi welatên cîran re, rewşa Sûriyeyê, rewşa Kampa Holê û girîngiya parastina aramiyê” jî hatin gotûbêjkirin.