Nêçîrvan Barzanî: Divê li Îraqê sîstema federal were bicihkirin

09-10-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Christiana Homann Îraq Herêma Kurdistanê Sîstema Federal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyoza nû ya Almanyayê ya Îraqê Christiana Homann û şandeya pê re qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Nêçîrvan Barzanî, ji ber erkê wê yê nû Christiana Homann pîroz kiriye.

Her du aliyan destnîşan kir ku ew ji bo pêwendiyên Almanya û Herêma Kurdistanê kêfxweş in û dê hewl bidin ku ev pêwendiyên baş pêştir bikevin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civîna de “ewlehiya Îraqê hat guftûgokirin.”

Barzanî û Homannê ani zimên ku “DAIŞ hîn jî xetereke rasteqîn e û ji bo aramiya Îraqê metirsî ye.”

Nêçîrvan Barzanî herwiha ji bo piştgiriya Almanyayê ya di şerê DAIŞê de spasiya wî welatî kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya li Îraqê hat nirxandin û her du aliyan diyar kir ku “Divê li Îraqê sîstema federal were bicihkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê got, “Ji bo seqamgiriya Îraqê divê sîstema federal bi awayekî rast û birêkûpêk were bicihkirin.”

Mijarên wekî “Berfirehkirina bazirganiya Almanyayê ya bi Îraq û Herêma Kurdistanê re” û “rûdanên dawiyê yên li heremê jî” di civînê hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst