PWK: Dewleta Tirkiyeyê nikariye rê li ber azadiya gelê me bigire

10-10-2023
RÛDAW
Nîşan PWK Tirkiye Rojavayê Kurdistanê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ragihand ku “siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê, nikariye miletê Kurd ji holê rake, nikariye rê li ber têkoşîna meşrû ya doza azadiya gelê me bigire.”

PWK derbarê êrişê Tirkiyeyê yên ser Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya xwe de PWK dibêje ku PKKyê bi êrişa Enqereyê rê li ber êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê xweş kiriye.

PWKyê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê û aştiyane bêne çareserkirin, li gel hemû partiyên Kurdan ên li Bakurê Kurdistanê û  bi hemû aliyên Rojavayê Kurdistanê re rûnin û gavên pêwîst bavêjin.

PWK diyar kir ku Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya û dewletên mezin  çavên xwe ji van êrişên Tirkiyeyê yên ser gelê Rojavayê Kurdistanê digirin.

Daxuyaniya PWKyê wiha ye:

“HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tîma wan ya bi navê “Tîma Nemiran” ev êrişa çekdarî li dar xistiye.

Piştî vê êrişa PKKyê ya li Enqereyê, Dewleta Tirkiyeyê ew êrişa kir behane û li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşeke leşkerî ya berfireh da destpêkirin.

Bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê êrişeke gelekî berfireh bir ser cih û warên sivîlan wekî navendên av, sotemnî û elektrîkê.

Di encama van êrişan de heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest daye û êrişên Dewleta Tirkiyeyê hîn jî berdewam dikin.

Êrişa PKKyê ya li Enqereyê, di encamê de xizmet ji wê yekê kiriye ku, Dewleta Tirkiyeyê bikaribe stratejî û planeke xwe ya nû bicih bîne û diyar dibe ku PKK dê di wê siyaseta xwe ya şîdetê, ya şaş û zerarê dide miletê Kurd, dide gelê Kurdistanê de bi îsrar e.

PKKyê di salên 2015 û 2016an de, bi wê siyaset û kiryara xwe ya xendek û barîqatan zerareke mezin da destketiyên gelê me, doza gelê me bi dehan salan bi paşve xist.

Dewleta Tirkiyeyê di wê demê de ji bo ku bikaribe darbeyeke mezin li têkoşîna azadiya gelê me bixe, bikaribe destketiyên gelê me ji holê rake û bêhêvîtiyeke mezin li ser civatê bireşîne, pêwîstiya wê bi şerekî li nav bajaran hebû.

Siyaseta PKKyê ya barîqat û xendekan jî rê ji vê siyaseta Dewleta Tirkiyeyê re xweş kiribû. Piştî ew texrîbata mezin a berbiçav jî PKKyê ji ber vê siyaseta xendek û barîqatan lêborîna xwe ji gelê me nexwest û her di wê siyaseta xwe ya şaş û çalakiyên çekdarî de îsrar kir.

PKKyê herwiha bi siyaset, çalakî û helwestên xwe yên şaş ên li Başûrê Kurdistanê, rê ji dagirkerî û êrişên Dewleta Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê jî xweştir kiriye.

Di encama siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê yên 100 salî de, bi sedhezaran Kurdan canê xwe ji dest daye, bi hezaran gund û cih û war hatine wêrankirin, şewitandin, bi milyonan Kurd neçar man ku cih û warên xwe bicih bihêlin û koç bikin.

Lê siyaset û kiryarên Dewleta Tirkiyeyê, nikariye miletê Kurd ji holê rake, nikariye rê li ber têkoşîna meşrû ya doza azadiya gelê me bigire.

Li gel vê rastiyê, Dewleta Tirkiyeyê hîna jî di siyaseta xwe ya şerî, operasyonên leşkerî, asîmîlasyon, kuştin û têkdanê de bi îsrar berdewam e.

Dewleta Tirkiyeyê, bi dagirkirina Efrîn, Serê Kanî, Girê Sipiyê qîma xwe nayîne, ew dixwaze di nav hidûdê Rojavayê Kurdistanê de bi kûrahiya 30 kîlometran ‘Herêmeke Tampon’ ava bike, demografiya Rojavayê Kurdistanê biguhere û nufûsa Kurdan daxe asta herî kêm.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin ku dev ji vê siyaseta xwe ya beyhûde ya li dijî Kurdan berde, demildest dawî li van êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê yên li ser sivîlan û li ser cîh û warên jiyanê berdin. Herwiha dawî li êrişîn xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bînin.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin ku ji bo hemû pirsgirêkên heyî bi rêya diyalogê û aştiyane bêne çareserkirin, li gel hemû partiyên kurdan ên li Bakurê Kurdistanê, li gel Rêveberiya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, li gel hemû aliyên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê rûnin û gavên pêwîst bavêjin.

Em bangî hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên civakî yên li Bakurê Kurdistanê dikin ku ji bo PKK dawî li hemû çalakî û kiryarên xwe yên ku zerarê didin gelê me bîne, ji bo Dewleta Tirkiyeyê dawî li siyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê bîne, dawî li operasyonên xwe yên leşkerî, şer, serdestkirin û kuştinên li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bîne, em bi yek dengî li himberî van şaşiyan destên xwe bidin hev û helwestek hevbeş bigirin.

Em bangî hemû aliyên Tirkiyeyê yên ku ji şerî, zilmê, neheqiyê, asîmîlasyonê re, ji siyaseta li dijî Kurdan re dibêjin ‘na’ dikin, werin bi gelê Kurdistanê re li himberî şerî û çalakiyên çekdarî dengê xwe bilind bikin.

Cihê fikareyê ye ku Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya û dewletên mezin, çavên xwe ji van êrîşên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê digirin.

Em bangî Netewên Yekbûyî, Yekitiya Ewropayê, Amerîka, Rûsya, Fransa û dewletên mezin dikin da ku li himberî êrişên Dewleta Tirkiyeyê yên li ser gelê sivîl û li ser navendên jiyanê helwestê bigirin û ji bo rê li ber van êrîşan bê girtin gavên pêwîst bavêjin.

Em ji şer, operasyonên leşkerî û şîdetê re dibêjin ‘na’ ji çareseriya siyasî re dibêjin ‘erê’.

Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya diyalogê, rê û rêbazên meşrû esas bê girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst