Mesrûr Barzanî: Divê mafên gelê Herêma Kurdistanê werin parastin

09-10-2023
Nîşan Mesrûr Barzanî Christiana Homann Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî , Balyoza nû ya Almanyayê ya Îraqê Christiana Homann û şandeya pê re qebûl kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokwezîriye, Mesrûr Barzanî ji ber erkê wê yê nû Christiana Homann pîroz kir.

Di hevdîtina Mesrûr Barzanî û Christiana Homannê de pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî ji bo piştgiriya ku dide Herêma Kurdistanê spasiya Almanyayê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku “Divê mafên gelê Herêma Kurdistanê li gorî destûra bingehîn werin parastin.”

Christiana Homannê jî amaje pê kir ku Almanya ji bo pêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re amade ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst