Rêveberiya Xweser: 29 edamên asayîşê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser ragihand ku di encama êrişa Tirkiyeyê de 29 edamên asayîşê canê xwe ji dest daye.

Artêşa Tirkiyeyê şeva borî akademiyeke hêzên asayişa Rêveberiya Xweser bombebaran kiribû.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku di vê êrişê de 29 edamên asayîşê canê xwe ji dest daye, 28 endamên asayîşê jî birîndar bûne.

3 roj şîn hat îlankirin

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hat gotin:

“Rêveberiya Xweser ji ber şehadeta 29 endamên Hêzên Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 3 roj şîn îlan kir.”

Li aliyê din, li gorî agahiyên Rûdawê, Tirkiyeyê ji şevê din ve 17 caran êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku di nava van cihên ku hatine bombebarankirin de Akademiya Asayîşê, qadên petrolê û cihên sivîlan jî hene.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku wan şeva 8ê Çiriya Pêşînê demjimêr 22:00an li Rojavayê Kurdistanê 6 pêgeh kirine armanc.

Wezaretê diyar kir di nav cihên ku hatine bombebarankirin de kêlgehên petrolê û stargeh hene.