Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: 11 birîndar

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn, di bûyerê de 11 kes birîndar bûn.

Derengê şeva borî otomobîla Zulkuf Atay û otomobîleke din bi şofêrtiya Mustafa Yilmaz li ser rêya Siwêreg-Kolikê, nêzîkî Pira Nisîbiyê li hev qelibîn.

Di bûyerê de her du şofêr û kesên di nav otomobîlan de Muzeyyen Yilmaz (49), Sema Nûr Yilmaz (18), Hîra Nûr Yilmaz (16), Şenol Duru (28), Tezcan Budak (46), Mihemed Sadik Budak (14), Mistefa Akburak (40), Ehmed Budak (12) û Tekîn Polat (52) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan ji bo nexweşxaneyên Siwêreg û Kolikê hatin veguhestin.

Dîmenên bûyerê ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hatin tomarkirin.

Heta niha li ser rewşa birîndaran ti hûrgiliyên din nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst