Seroka Baroya Dêrsimê hat hilbijartin

09-10-2022
RÛDAW
Nîşan Baroja Dêrsimê Fatma Kalsen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Dêrsimê 12min Civîna Giştî ya Asayî bi slogana “Kes nikare parastinê asteng bike û bo hemû kesî edalet” pêk anî û berbijêra hilbijartina seroka baroyê Fatma Kalsen hat hilbijartin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Rûdawê doh 8ê Cotmeha 2022ê Baroya Dêrsimê 12min Civîna Giştî ya Asayî saz kir û di encama hilbijartinê de Fatma Kalsen wek Seroka Baroyê hat hilbijartin ku tenê yek berbijêr bû.

Di civînê de serokê berê yê baroyê Kenan Çetin  derbarê kar û xebata dema borî axivî û amaje bi wê yekê daku li ser parêzeran û mafê parastinê êrîş hene û girîngiya sekna baroyê li dijî van êrîşan anî ziman.

Piştî hilbijartina baroyê seroka nû Fatma Kalsen sipasiya xwe bo rêveberiya berê anî ziman û got ewê li ser berdewam bin ku serdestiya hiqûqê bi parêzin.

îro 9ê Cotmeha 2022 li baroyên Amed û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî hilbijartin hene ku dê serok û rêveberiyên nû bên hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst