Galeriya wêneyan

09-10-2022
15 Photos

Serokê Yekîtiya Kooperatîfên Hilberîn û Bazirganiya Tûtinê ya Tirkiyê Şêxmûs Solgun diyar kir ku ew li Mûşê di hilberîna tûtina Virginiayê de ceribandinê dikin û got, “Me berhemeke pir baş bi dest xist. Em ê îsal ji Mûş, Bedlîs û Êlihê titûna Virginia îxracî Amerîkayê bikin.”

Şêxmûs Solgun ê ku li nahyeya Norşîn a Mûşê serdana zeviyên tûtinê kir û bi cotkaran re hevdîtin kir, diyar kir ku îsal li 26 bajar, 113 navçe, 2 hezar û 301 gund û taxan bi qasî 82 hezar malbatên hilberîner 120 hezar ton girêbesta hilberîna tûtinê îmze kirine.

Solgun diyar kir ku wan bi gelek kompanyayên biyanî re peymanên nû îmze kirine û diyar kir ku ew ê zêdetir hinarde bikin û hawirdekirinê kêm bikin.

Solgun diyar kir ku ev nêzî 15 roj in ew serdana parêzgehên herêmê dikin, Solgun destnîşan kir ku çinîna tûtin didome.