Silêmanî: Ji malbatekê 4 kes di mala xwe de mirî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîsê Silêmaniyê ragihand, di maleke ser cadeya Serşeqam a Silêmaniyê de ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dane.

Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji Rûdawê re ragihand, tîmên tawankarî li cihê bûyerê ne û cenazeyên wan dê bo pizîşkiya dadwerî bên veguhestin ji bo ku sedema bûyerê diyar bibe.

Serkewt Ehmed diyar kir ku kesên ku canê xwe ji dest dane ji heman malbatê ne û ji bav, dayik, keç û kurek in û anî ziman, “Li ser laşê wan ti nîşane nîn in.”

Serkewt Ehmed diyar kir ku heta niha sedema mirina wan 4 kesan ne diyar e û got, “Pizîşkiya dadwerî dê sedema mirina wan diyar bike.”

Nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifat çû cihê bûyerê û bi merivên malbatê re axivî. Merivên malbatê dibêjin, dibe ku ji duh ve canê xwe ji dest dane, ji ber ku weke ji duh ve bersiva telefonên xwe nedane.

Xizmekî wan ji Rûdawê re got, “Dibe ku ji ber elektrîkê miribin, ji ber ku mal şil bûye.”

Cîranekî wan ji Rûdawê re got, “Ji aliyê civakî ve tu pirsgirêkên wan tunebûn û gelekî birêz bûn. Heta duh demjimêr 00:00 ti pirsgirêkên wan nebûn. Dayika malê karmenda tenduristiyê bû, telefonê wê kirine ku biçe ser kar lê bersiv nedaye, lewma hatin û dîtin ku mirine. Dibêjin ji ber elektrîkê canê xwe ji dest dane.”

Li gorî gotina cîranê wan, bavê malê pasewan bûye û her du zarok jî xwendekar bûne.