Mêrê herî kurt ê cîhanê Kurd e lê hîn di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de nehatiye tomarkirin

09-10-2022
RÛDAW
Mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade
Mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade
Nîşan Efşîn Qadirzade Pirtûka Rekoran a Guinnessê Mêrê herî kurt ê cîhanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Kurd ê ji Bokan a Rojhilatê Kurdistanê Efşîn Qadirzade bi 65 santîmetreyan mêrê herî kurt ê cîhanê ye.

Armanca mêrê herî kurt ê cîhanê Efşîn Qadirzade ew e ku navê wî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê were zêdekirin û dibêje, “Ez Efşîn im, xelkê Bokanê me, 22 salî me û bejna min 64,7 santîmetre ne.”

Bejna Efşîn bi awayekî standard hat pîvan û derket ku ew 64,7 cm ye, wî jî kêfxweşiya xwe bi danseke biçûk anî ziman.

Dayik û bavê Efşîn dibêjin xewn û xeyala kurê wan ew e ku bibe doktor û otomobîlê biajo û hêviya wan ew e ku deriyê xweşbextiyê li Efşîn veke.

Bavê Efşîn, Îsmaîl Qadirzade got, “Ez spasiya Xwedê dikim ji bo mezinkirina Efşîn alîkariya me kir. Niha gelê Îranê û cîhanê jî ji Efşîn hez dikin. Em diçine ku xelk Efşîn dibe wek ku zarokê wan be. Em spasiya Xwedê dikin ku ev diyarî daye me.”

Di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de mêrê herî kurt ê cîhanê, bi 70 santîmetreyî Edward Hernandez ê Kolombiyayî ye lewma tê çaverêkirin piştî lêkolîna dosyeya Efşîn, navê wî li Pirtûka Rekoran a Guinnessê were zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst