Sûriyên Bo Rastî û Dadmendiyê: Divê zext li ser Tirkiyê were kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di nûtirîn raporta xwe de, Rêxistina bi navê "Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê" rewşa navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî û koçberên wê navçeyên, bibîr aniye.

Li gorî wê raporê: “Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê, berî 3 salan roja 09.10.2022, weke îro, li dijî Serê Kanî û Girê Spî bi navê Kaniya Aştiyê dest bi operasyonekê kirin.

Di wê êrîşê de navçeya Serê Kaniyê û Girê Spî hatin dagîrkirin û heta 11-10-2019, yanî piştî wê êrîşê bi 2 rojan, bêhtirî 100 hezar kes ji wê navçeyê koçber bûn.

Piştre 22-10-2019, hejmara koçberan gihişte bêhtrî 175 hezar kesan, di nav wan de 80 hezar zarok hebûn. Di êrîşê de, çekdarên ser bi Tirkiyê ve, mal û milkên welatiyan talan kirin û dest danîn ser zevî û xaniyên wan.”

Di wê raportê de, ku têde 7 şahid axifîne û ew bi xwe ji ji cih û warên xwe hatibûne koçberkirin û çekdaran dest danîne ser mal û milkên wan.

Raport daxwaz dike ku pêwîst e di destûra nû ya Sûriyê de, mafê milkiyetê parastî be. Komîteyên taybet ji bo giliyên wan welatiyan li berçan bêne girtin, ku binpêkarî li dijî mal û zeviyên wan hatine kirin. Rêkeftinên nû di navbera aliyên Sûrî de bêne kirin û hemû proseyên veguhestina milkiyeta zevî û xanûberan, ku di dema salên şerê Sûriyê de hatine kirin, bêne hilweşandin.

Raport herwih dibêje: “Divê zext li ser Tirkiyê were kirin ji bo rê li binpêkirinan bigire û dawî li talankirina mal û milkê xelkê bîne ku ji aliyê çekdaran ve tê kirin. Pêwendî ligel rêxistinên navdewletî û welatên ku piştgiriya Îtîlafa Opozsiyona Sûrî û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û grûpên çekdar dikin were kirin, ji bo rê ji bo xelkê were dayîn ku vegerin ser milk û malê xwe û çekdar rê li wan negirin.”