Daxwaz tê kirin dewlet gora Seîdê Kurdî aşkere bike

09-10-2022
RÛDAW
Nîşan Seîdê Kurdî Baroya Rihayê Welat Îzol Nûrullah Kuçukkaya
A+ A-

Riha (Rûdaw) - 62 sal di ser wefata Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ango Seîdê Kurdî re derbas bûn lê hêj jî nayê zanîn ku cihê gora wî li kuderê ye. Tevî civaka Kurd, parêzerên Kurd û Baroya Rihayê jî daxwaz dikin ku cihê cenazeyê Seîdê Kurdî bê aşkerekirin û hestiyên wî li gora wî ya di hundirê Mizgefta Dergah de li Rihayê bên danîn.

Seîdê Kurdî di 23ê Adara 1960an de li Rihayê li otêla Îpek Palas wefat kiribû û cenazeyê wî li tenişta Gola Masiyan di hundirê Mizgefta Dergah de hatibû veşartin. Lê piştî derbeya leşkerî ya 27ê Gulana 1960an ji bo veguhestina gora wî biryar tê girtin û 45 roj piştî derbeyê şevek leşker di operasyonek veşartî de cenazê wî derdixin û dibin cihek ne diyar.

Ji wê rojê ve heta niha 62 sal derbas bûne, tevî hemû daxwaz û serlêdanên fermî jî cihê qebra wî ji aliyê dewletê ve nehatiye eşkerekirin. Xelk jî saziyên civaka sivîl jî dixwazin ku cihê qebra wî eşekere bibe.

Baroya Rihayê jî ji bo eşkerekirina cihê gora Seîdê Kurdî li Rihayê çend sal berê doz vekiribû lê doz bê encam mabû. Ji ber ku rêyên dadî ên nav Tirkiyê jî bi dawî bûne, Baroya Rihayê niha doza cihê gora Seîdê Kurdî birina Dadgeha Mafê Mirovan.

Baroya Rihayê ji CHPê û AKPê daxwaz dikin û dibêjin di demekê de ku CHP behsa hevhelalkirinê dike bila bi eşkerekirina cihê gora mezin û kesayetên Kurdî dest bi hevhelalkirinê bikin.

Welat Îzol, Serokê Baroya Rihayê dibêje, “Seîdê Kurdî hem ji bo civaka Kurd hem jî ji bo îslamê kesayetek girîng e. Di şertên 60 sal ewil de cinazê wî hatîye windakirin, wek wî ne eşkerikirina cîhê qebra Şêx Seîd û Seyîd Riza jî dide nişan ku ev polîtîkayek dewletê ye. Di nezere me da eşkerikirina cîhê van goran hem ji bo bîra kurdbûnê girîng e, hem jî ji bo bîra îslamî jî girîng e. Di qeydên dewletê de niha diyare ku ev cinaze ji ku hatine birin, li kuderê hatine definkirin, niha tekez di arşîvên dewletê de diyar e. Ku bixwazin dikarin demildest eşkere bikin û civakê jî pê bihisînin. Wek min got şertên wê demê û îro ji hev cûda were nirxandin. Aniha di civakê de jibo eşkerebûna cîhê gora Seîdê Kurdî hêvî û bendewariyek heye. Ew partiya ku namzeda desthilatê ye behsa hevhelalkirinê dikin û dibêjin em dê bi paşerojê re rûbirû bibin. bila kerem bikin bi rûbirûmayîna  tarîtîya paşerojê re ji vir destpê bikin.”

Parêzer Nûrullah Kuçukkaya jî ji Rûdawê re got, “Wendakirina goran polîtîkayeke ev polîtîka jî ji zîhnîyeta Îttîhad Terakkî destpê dike mixabin. Ne tenê gora Seîdê Kurdî her wiha gora Şêx Seîd jî wenda kirine, gora Seyîd Riza jî wenda kirine. Em jî ji bo vê yekê dibêjin va polîtîkaya zîhnîyeta qirêj, zîhnîyeta zilumkar, zîhnîyeta tarî encax van kiryaran bikin. Niha rêvebirê hikûmetê soz dabûn, ehd kiribûn û gotibûn hestiyên wî li kuderê bin em bînin û îadeyî gora wî bikin. Niha CHP jî ji zû de va ye behsa hevhelalkirinê dike. Em hem bang li hikûmetê û hem jî bang li CHPê dikin we yekî soz da, ji we yek jî qala hevhelalkirinê dike va 62 salin ev zilma dewam dike. Bila hestiyên wî bibînin û bînin li gora wî deynin ku ev zilma bi dawî bibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst