Li Rihayê rê li ber 'Meşa Azadiyê' hat girtin; 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta ku “bê destûr” xwestine bimeşin, 5 kes hatin desteserkirin.

Îro 9ê Cotmehê li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û hejmarek bajarên Tirkiyê bi mebesta "protestokirina 24mîn salvegera derxistina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji Sûriyê", çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn. Yek ji çalakiyan ku biryar bû li hin bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bihatiba sazkirin, çalakiya "Meşa Azadiyê" bû ku ji aliyê HDPê, BDP û KCDê ve hatibûn organîzekirin.

Li Rihayê jî hejmarek welatî bi beşdariya parlamenterên HDPê yên Rihayê Ayşe Surucu û Nusrettin Maçin û Parlamenterê HDPê yê Sêrtê Sidik Taş, li Qada Topçuyê kom bûn û daxuyanî dan.

Koma xelkê piştî daxuyaniyê xwestin ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve bimeşin, lê polîsan bi hinceta “meş bê destûr e” rê nedan meşê.

Di navbera polîsan û xelkê beşdar di meşê de alozî derket û di encamê de 5 kes hatin desteserkirin. Kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Rihayê hatin birin.

Herwiha, li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê ve jî gelek kes kom bûn û xwestin bimeşin, lê polîsan destwerdan kirin. Di encama aloziyan de polîsan êrîşî xelkê kirin û 20 kes desteser kirin. Di encama êrîşan de lingê Parlamenterê HDPê yê Îdirê Habîp Eksîk şikest û bo nexweşxaneyê hat veguhestin.