Nahit Eren dîsa weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Di 48emîn Civîna Giştî ya Asayî a Baroya Amedê de serokê niha yê baroyê Nahit Eren dîsa weke Serokê Baroya Amedê hat hilbijartin.

Duh 48emîn Civîna Giştî ya Asayî a Baroya Amedê li Navenda Kongreyan a Sezai Karakoç destpê kir û îro jî berdewam kir.

Di hilbijartinên serokatiya baroyê serokê niha yê Baroyê Nahît Eren û Muhlîs Ogurgul û Cengîz Baysal rikeberiyê hev kirin.

Di hilbijartinê de mafê 2043 endamên baroyê yê dengdanê hebû û 1622 kesan dengê xwe bikar anîn.

Serokê niha yê baroyê Nahît Eren ku di hilbijartinê de karî ji koma dengan 872 dengan werbigire û cara duyemîn ji bo Serokatiya Baroya Amedê hat hilbijartin.

Herwiha Muhlis Ogurgul jî 656 û Cengîz Baysal jî 36 deng wergirtin.

Herwiha îro 9ê Cotmeha 2022 li baroyên Dêrsim û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê jî hilbijartin hebûn serok û rêveberiyên nû bo wan baroyan jî hatin hilbijartin.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê Rûdawê doh 8ê Cotmeha 2022ê Baroya Dêrsimê 12min Civîna Giştî ya Asayî saz kir û di encama hilbijartinê de Fatma Kalsen wek Seroka Baroyê hat hilbijartin ku tenê ew berbijêr bû.