Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Perestgeha Lalişê perestgeha pîroz a Êzdiyan beşdarî di Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî de kirin.
Li gor daxuyaniyeke Şandeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Yekşembê 9ê Cotmeha 2022an Newzad Hadî Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê ligel Hisên Qasim Şêwirendê Karûbarên Êzdiyan li Serokatiya Herêma Kurdistanê bi nûneratiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Perestgeha Laliş li qezaya Şêxanê kirin û beşdarî di Cejna Cemayê ya Kurdên Êzdî de kirin.
Şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser navê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejnê li Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg, Civata Rûhanî ya Êzdiyan, kesayetên olî û civakî yên Êzdî kirin û “tekezî li ser zêdetir xurtkirin û bihêzkirina çanda pêkvejiyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê kirin.”
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, “Mîrê Êzdiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg ji ber beşdariya şandê di Cejna Cemayê û merasimên din ên êzdiyan de, spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda serokatiya herêmê kir û beşdarîkirina şanda Serokatiya Herêma Kurdistanê di bihêzkirina çanda pêkvejiyanê de bilind nirxand.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse