Li Amedê rêjeya jinên karsaz ji %100 zêde bûye

09-10-2022
RÛDAW
Li Amedê rêjeya jinên karsaz ji %100 zêde bûye
Li Amedê rêjeya jinên karsaz ji %100 zêde bûye
Nîşan Amed Jinên Karsaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ligel krîza aborî û zêdebûna rêjeya bêkarî hejmara jinên karsaz û kesibkar zêde bûne. Lê ev zêdebûna li Bakurê Kurdistanê ne paralele ligel ya Tirkiye yê.

Kêmtirîn kesibkarên jin li Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin lê ev rewş li Amedê berovajî vê yekê ye.

Seroka Komeleya Jinên Bazirgan ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat Rojda Yilmaz got  “Li gor amarên ku me ji Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê wergirtine, di sala 2018an de nêzîkî hezar û 900 karsazên jin xwe li Odeyê tomarkirine. Îro em dibînin hejmara karsazên jin li Amedê gehîştiye nêzîka 4 hezaran. Rewşa jinên kesibkar jî bi heman awayî ye ku nave xwe li Odeya kesibkar û pîşekaran tomarkirine. Hejmara jinên karsaz û kesibkaran bi rêjeya ji %100 zêde bûye.”

Seroka Komeleya Jinên Bazirgan ya Rojhilat û Başûrê Rojhilat li Amed amaje bi pirsgirêk û çareseriyan dike û dibêje  “Eger em li pirsgirêkên xwe yên li Tirkiyeyê binêrin, em dibînin ku ne bi herêmê ve girêdayî ne, lê pirsgirêkên neteweyî ne. Raste li herêmê pirsgirêk kêmtir in lê di esasê xwe de ji ber zayenda civakî em rûbirûyê pirsgirêkan dibin. Encama herî girîng ku em gihiştinê girîngiya hevgirtina jinane li ser bingeha piştgirî û dilsoziyê."

Li gor amarên Konfederasyona Kesibkar û Pîşekaran a Tirkiye, heta dawiya meha Îlona îsal hejmara kesibkarên li Tirkiye gehîştiye 2 milyon û 99 hezar kes ku ji wan 385 hezar jin in.

Kesibkarên jin ji %18.34ê giştî kesibkarên Bakurê Kurdistan û Tirkiye pêktînin.

Kêmtirîn kesibkarên jin li Bakurê Kurdistanê hatine tomarkirin. Li parêzgeha Erdexan 276 û li Sêrtê 309 kesibkarên jin hene.

Sektorên ku jinên kesibkar li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kar li ser dikin piranî karê ciwankarî û xemilandinê ye. Piştî wan jî karên “dirûtina cilûbergan, ristin û çinîn, xwaringeh, sewze û mîve" tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst