Li Efrînê 7 welatî ji aliyê grûpa çekdar Feyleq el-Şam ve hatin girtin

09-10-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Girtina Welatiyan Feyleq el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Burc Heyder ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam nêzîkî Istixbaratê Tirkiye 7 welatî bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Burc Heyder ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê, çekdarên grûpa Feyleq el-Şam nêzîkî Istixbaratê Tirkiye 7 welatî bi tohmeta peywemndiya li gel Rêveberiya Xweser girtin, ev jî daku fidyeyê ji kesûkarên wan bistînin.

3ê Cotmehê jî, çekdarên grûpa Emşat welatiyek ji gundê Kaxrê ser bi navçeya Mabataya Efrînê girtibûn, piştî wergiertina 100 dolaran ji kesûkarên wî ew azad kiribûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst