Rojavayê Kurdistanê: Bi mûşekan êrîşî hêzên hevpeymanan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku li Rimêlan a Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan êrîşî binkeyeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin lê êrîş hatiye têkşikandin.

CENTCOM derengiya roja Şemiyê diyar kir ku hêzên nenas mûşek avêtine navendeke Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ku serbazên Amerîkî û hêzên xwecihî lê dimînîn lê di encamê de ti zirar û ziyan çênebûne.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) di derbarê bûyerê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek parve kir.

CENTCOM di daxuyaniya xwe de dibêje, “Îro (08.10.2022) êvarê li gorî saeta herêmî ya Sûriyê di demjimêr 10:12an de, êrîşa bi mûşekeke 107 mm ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nêzî Devera Rimêlanê kiribû armanc hat têkşikandin. Mûşek li hundirê binkeyê neketiye. Ti hêzên Amerîkî yan jî hevpeyman nehatine kuştin û birîndarkirin û ziyan negihîştiye ne binke û ne jî alavan. Mûşekên din jî li cihê ku jê bên avêtin hatin dîtin. Hêzên CENTCOMê li ser êrîşê lêkolînê dikin.”

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014an de ji bo şerê li dijî DAIŞê hat damezrandin, ji hêzên 85 welatan pêk tên û ji 2015an ve li Rojavayê Kurdistanê dimînin.