Di dengdana taybet de awareyên Kurdên Êzidî rastî du pirsgirêkan hatin

Duhok (Rûdaw) - Nêzikî 70 hezar dengderên awareyên Şingalê li parêzgeha Duhokê hene û lê di dengdana taybet de rêjeya beşdariya wan kêm bû, ji ber ku navên gelek ji wan nehatibûn bingehên dengdanê û hinekan jî amêrên wêstgehan pencemorên wan nedixwendin.

Di dengdana taybet de awareyên Kurdên Êzidî rastî du pirsgirêkan hatin ku yek ji wan yan dengên wan nehatibûn û yan jî pencemorên wan li ser amêra dengdanê nedihat xwendin.

Xalid Meto, aware, dibêje, “11 kes ji malbata min tenê nave 4 kesan hatiye, ne tenê malbata min, hemû wisa ne.”

Elî Xalid, aware, “Her kesekî navê wî nebe û pencemor nebe, ew çû! naçin Şingalê.”

Sêvê Xidir, aware, dibêje, “Me tiliyên xwe paqij kirin, lê her nexwen, nizanim çi bikin!”

Rêkxerên Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dibêjin, nexwendina pencemoran ji ber pirsgirêkeke teknîkî bûye û kesên navên wan li bingehan nebin jî nikarin dengê xwe bidin.

Çîmen Xelîl, Rêkxera Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan,dibêje, kesê nave wî li bingehê nebe nikare deng bide, ji ber ku dibe nave wî li devereke din hebe.

Li gor encamên destpêkê yên nefermî, ji 69 hezar û 439 dengderên aware, yên li nav kampan zêdetirî ji %62 û awareyên derveyî kampan jî bi rêjeya zêdetirî ji %30 beşdarî dengdana taybet bûn.