HPG: 5 gerîlayên me bi çekên kîmyewî şehîd bûn

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan HPG Avaşîn Gaza Kimyewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye, ragihand ku di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de li devera Avaşînê ya Başûrê Kurdistanê, 5 gerîlayên wan bi gazên kîmyawî canê xwe ji dest dane. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje li herêma Avaşîn û Garayê di encama êrişên wan ên asamanî de 5 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandina HPGê de hatiye ku 5 Cotmeha 2021ê li devera Wexelê ya Avaşînê, artêşa Tirkiyê li dijî gerîlayên wan gaza kîmyewî û jehrî bikaranî ye.

Li gor daxuyaniya HGPê di encama wê êrişê de ji ber wê gaza kîmyewî jî, 5 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.

HPG dibêje: “Li herêma Werxelê ya Avaşîn 5ê Cotmehê di êrîşa nemerdane ya kîmyewî de hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn ên serbilindahiya Têkoşîna Azadiyê me ne, heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn.”

Navenda Çapemenî  û Ragihandina HPGê herwiha da zanîn ku ew dê piştre agahiyên nasnameya gerîlayên xwe yên canê xwe ji dest dane bi berfirehî eşkere bikin.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku di encama operasyona Saziya Îstixbarata wan MITê li herêma Gareyê ya devera operasyona Pençe-Brûskê ku dikeve nav sînorî axa Başûrê Kurdistanê 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane, lê PKKê ev agahî piştrast nekirine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha dibêje li herêma Avaşîn jî di encama operasyina artêşa wî welatî de 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst