Birîndarên şerê DAIŞê li dijî gotina Trump derketin

09-10-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li Qamişlo hejmarekê ji birîndarên şerê DAIşê li dijî şer xwepêşandanek saz kirin
Li Qamişlo hejmarekê ji birîndarên şerê DAIşê li dijî şer xwepêşandanek saz kirin
Nîşan Çarenivîsa Rojava Birîndarên Şer Qamişlo Donald Trump
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump a “Kurdên Sûriyê bi pereyan şerê DAIŞê kirine û Amerîka pereyekê zêde dane wan” gelekî li zora birîndarên şerê DAIŞê çû. Li bajarê Qamişlo yê Rojevayê Kurdistanê, hejmarek ji birîndarên şerê DAIŞê li dijî şer xwepêşandanek li ber avahiya Netewên Yekgirtî saz kirin û nerazibûna xwe li hemberî gotina Trump jî nîşan dan.

Li bajarê Qamişloyê birîndarên şerê DAIŞê daxwaz kirin ku civaka navdewletî bi erkê xwe rabe û rê li ber êrîş û gefên Tirkiyê bigire.

Yek ji xwepêşanderan dibêje, wan ne ji bo çek û pereyan şerî DAIŞê kirine weke ku Trump dibêje, lê wan şer hovatî û hizra teror dikirin.

Şervanekî ku desteke wî jê bûye û bi destê din wêneya hevalê xwe yê şehîd bilind kiriye, ew dibêje niha şerekî din li navçeyê naxwaze.

Şervanê birîndar Qehreman Tilkoçer got: “Ez di rûbirûbûnin navbera me û DAIŞê de birîndar bûm û destê min yê çepê jê bû. Hevalê min şehîd Xebat hat ez birim nexweşxanê, ez birîndar bûm, lê ew şehîd bû.”

Amerîka dibêje HSDê beramber pereyan ji wan re şer kiriye, lê şervan Goran Kobanî yê ku çar salan beriya niha di şer de nîvê laşê wî pûç bûye û lingê xwe ji dest daye, axaftineke wî ya cûda ji ya Trump heye.

Şervan Goran Kobanî jî dibêje: “Ti kes ji bo peran canê xwe nade, bi hezaran mirov perçeyên xwe ji dest dane, lê ne ji bo pereyan e.”

Li dijî vekişandina serbazên Amerîkayê û destpêkirina opoerasiyoneke leşkerî ji aliyê Tirkiyê ve, birîndarên şer li ber deriyê avahiya Neteweyên Yekbûyî kom bûn û nameyek arastî wan kirin.

Endamê Saziya Birîndarên Cengê Tolhildan Kobanê jî wiha axivî: “Em hêvîdarin vê carê Neteweyên Yekbûyî nehêle weke Efrînê li me bibe. Eger hûn li pêşiya van êrîşan negirin dê komkujî çêbibe.”

Ev jî di demekê de ye ku ji bo parastina deverê ji êrîşa DAIŞê 25 hezar kes li Rojavayê Kurdistanê birînda rbûne ku hejmareke zêde ji wan, niha xwedî pêdawistiyên taybet in an jî astengdar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst