Hikûmeta Kurdistanê: Krîz bi Rojava sînordar namîne

10-10-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hikûmet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, aşkere kir ku êrişeke yek alî li Rojavayê Kurdistanê dê sûdeke wê ji ti aliyan re nebe û krîz dê bi Rojava jî sînordar nemîne.

Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di bin serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî de civînek saz kir.

Piştî civînê daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin û hat ragihandin ku di civînê de dawîn pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê, Iraq û herêmê hatine gotûbêjkirin.

Derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê hatiye gotin, “Alozbûna rewşa Bakûrê Sûriyeyê dibe sedema encamên xirab û ev encamên han jî vê tenê bi sînorên Sûriyeyê re nemînin belûu dibin sedema awarebûna hezaran kesên din ku piraniya wan jî vê berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Jiber vê yekê divê kêşeyên heyî bi rêya diyalog û rêbazên aştiyane werin çareserkirin û biryara yek alî ya leşkerî ne di berejwendiya ti welatekî deye.”

Herwiha hatiye gotin ku pêşhat û guhertinên vê dawî yên Iraq û Sûriyeyê jî hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser piştgîriya bo daxwazên rewa û destûrî yên xwepîşanderan bi awayekî aştiyane û medenî hatiye kirin.

Hatiye gotin ku ew piştevaniya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo çareserkirina kêşeyan dikin.

Serdana Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî yek ji mijarên civînê bûye û herwiha hatiye gotin ku daxwaz ji civaka navdewletî û Netewên Yekgirtî dikin da ku pîwerdariya xwe ya bo hevkarîkirina Herêma Kurdistanê bo mêwandarîkirin ji pila nû ya awareyên Sûrî cihbicîh bike.

Her di heman civînê de guftûgo li ser pêşniyarên Wezareta Karûkarûbarên Civakî yên derbarê piştîvaniya sendîqa teqawidî û bîmeya civakî kir û wezîrê têkildar hate pîwerdarkirin da ku mekanîzmeke pêwîst bo dabînkirina bîmeya karkeran û pêdana pereyên beşdariyên karkeran li gor zanonên teqawidî û bîmeya civakî ya bo karkeran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst