Şepêla Pêşerojê: Dubarekirina senaryoya Efrînê gef e li ser hemû Rojava

Hewlêr (Rûdaw) - Şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûriyê ragihand ku dûbarekirina senaryoya Efrînê gefê li ser hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê dirust dike.

Şepêla Pêşerojê derbarê êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke belav kir.

Di daxuyaniya Şepêla Pêşerojê de hatiye ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên hêza bi navê ‘Artêşa Niştimanî ya Sûrî’ ya ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, êrîşî ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê dikin. Divê kar li ser derketina ji vê karesatê bê kirin û rêgirî li ber valakirina Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan, bê kirin.

Şepêla Pêşerojê nîşan bi wê yekê daye ku nêzîkî 1 milyon Kurd ji Rojavayê Kurdistanê derketine, êdî bi vî karê leşkerî û cîbicîkirina planên guherîna demografî wê Kurd li wê derê bibin kemîne.

Daxuyanî bangewaziyê digihîne hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên Kurd ku dest bi xwepêşandanan li ber şandên deplomasî yên Amerîkayê bikin.

Daxuyanî hebûna ENKSê di nav desteyên opozsiyonê de weke hevbeşên vî karî binav dike. Lewma daxwazê ji ENKSê dike ku endamtiya xwe di nav Îtîlafê û Hikûmeta Demkî û Desteya Danûstandinan û Komîteya Destûrê de, rawestîne û ji wan desteyan vekişe.

Artêşa Tirkiyê îro derdora demjimêr 16.00an dest bi êrişa bo ser Rojavayê Kurdistanê kir. Peyamnêra Rûdawê li Rojava aşkere kir ku di encama êrişên Tirkiyê de heta niha 5 kesan canê xwe ji dest dane û 9 kes jî birîndar bûne.