Fêrxwazên Navenda Kaniya Spî Cejna Cema ya Şêx Adî pîroz dikin

09-10-2018
RÛDAW
Fêrxwazên ji destê DAIŞê rizgarbûyî serdana perestgeha Lalişê dikin
Fêrxwazên ji destê DAIŞê rizgarbûyî serdana perestgeha Lalişê dikin
Nîşan Navenda Kaniya Spî Laliş Fêrxwaz Cejna Cemayê
A+ A-

Şêxan (Rûdaw) - 150 fêrxwazên li navenda Kaniya Spî ku ji destê DAIŞê hatibûn rizgarkirin, li pira selatê gunehên xwe dadiwerînin, daku bi laşekî pak ve biçine nav perestgeha Lalişê, ji bo pîrozkirina Cejna Cema ya Şêx Adî.

 

Di nav perestgehê de fêrxwaz çend çalakiyên pîrozbahiyê encam didin.

 

Navenda Kaniya Spî di sala 2014a de hatiye danîn û 4 fêrgeh têde hene. 620 fêrxwazên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, li wir bi taybetî waneyên ola xwe dixwînin.

 

Mamosteyê fêrgehê Şiyar Xwedêda da xuyakirin, ku gelek ji van fêrxwazan hînê kuştinê bûbûn û dixwestin qetlê bikin û dibêje, “Digotin, hûn kafir in. De ka me hewl da em çawa hişê wan bizivirînin. Şukur ji Xwedê re em şiyan dikin hişê wan bizivirînin wek berê.”

 

Rizgariyeke ji destê DAIŞê dide zanîn, ku hînê rêya Xwedênasînê, rêya dia, dirust û perwerdehî dibin û anî ziman: “Em çawa tehemuliya baş bikin û cudahiyê di navbera olan de nebînin. Em hemû wek zarokên bavekî ne, ferqa Êzidî, Misliman û Mesihiyan li gel me tune ye.”

 

Fêrxwazek jî dide xuyakirin, ku ew gelekî kêfxweş bûye, ku îro bi xwişk û birayên xwe re hatiye ziyaretê û dibêje, gelekî rojeke xweş e cejna me ya cemayê.

 

Berpirsê Navenda Kaniya Spî Şêx Hesen Elî  jî destnîşna kir, ku ew hemû fêrxwazan ji destê DAIŞê derketine û dia dikin û herwiha daxwaza wan ew e, ku ew ên di destê DAIŞê mane jî derkevin.

 

Cejna Cema ya Şêx Adî li perestgeha Lalişê 7 rojan berdewam dike. Di rojên cejn û û helkevtan de Laliş mij dibe, ji xelkê û seredaneran. Ew kesên ji destê DAIŞê hatine dibêjin, ji bo me seredana Lalişê ciyawaz e, ji ber ku ev çend sal in em bêpar mane ji cejn û tewafên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst