Amerîka ji hebûna sîstema S-300 li Sûriyê dilgiran e

Moskow (Rûdaw) – Bicîhkirina sîstema rokêtan ya S-300 li Sûriyê bi serpereştiya Rûsiya, karvendaneke mezin di warê dîplomatîk de bi xwe re anî. Hebûna wê sîstemê li Sûriyê weke gefekê ji hêzên Amerîkî re û piştgiriyekê ji hêzên Îranê re tê dîtin. Rayedar û pisporên NATO dibêjin ku Sûriyê bûye qada şerê Rûsiya û Amerîka.

 

Ti diyalogeke vê gavê di navbeyna Rûsya û NATOyê de tine û di perspektîveke nêz de jî ne diyar e.


Pisporên Rûs ên serbazî û yên di warê peywendiyên navneteweyî de, ku rewşa peywendiyên NATO û Rûsya di mêzgirdekî taybet de gotûbêj dikin, ji asta aloziyan a dualî dilgiranin.


Bîryarên dawî yên NATOyê, yên li ser ragirtina Rûsyayê û li ser zêdekirina mesrefên berevaniyê, bi nêrîna çavdêrên Rûs, amadekariya şer e û  Sûriye dikare bibe zemîneke real ji wî şerî re.


Derbarê vê mijarê de Cîgirê Serokê Navenda Lêkolînên Ewropayê Dmîtriy Suslov ji Rûdawê re wiha got: “Îhtîmaleke pir mzin a derketina şerekî heye. Bo nimûne, eger Amerîka çekên xwe yên etomî yên ne stratejîk li nêzî sînorên Rûsyayê bi cîh bike. Herweha, li Sûrî jî, derketina şerekî rasterast bi Amerîkayê re ne dûrî îhtîmalê ye. Û metirsiya herî sereke jî di qada sîbernetîk de ye.”


Ji aliya din, şandina moşekên S-300 bo Sûrî aloziya heyî hîn kûrtir dike. Jixwe, Wezareta Berevaniya Rûsyayê radigihîne, ku eger pêwîstî pê hebe, ew dê çekên hîn pêşketî jî dikarin bişînin Sûrî.


Cîgirê Serokê Enstîtuya Amerîka û Kanadayê generalê malnîşîn Pavel Zolotaryov jî got: “Bi nêrîna min Îsraîl dê hewil bide ku moşekên S-300 li Sûrî bi rêyên serbazî tune bike û ev yek jî dikare rewşê gelek aloztir bike. Lê ez hêvî dikim ku Îsraîl dê xwe rabigre û çawa ku firokeyên Amerîkî li Sûrî hayjixwe tevdigerin, îsraîl jî dikare nebe sedema aloziyê.”


Amerîka û dewletên Ewropî Rûsyayê bi destwerdana hilbijartinan û bi êrîşên sîbernetîk jî tewanbar dikin. Lê bi nêrîna çavdêrên rûs, pirsgirêk di stratejiya NATO de ye, ku dixwaze, bi guşarên serbazî, hêla siyaseta derve ya Rûsyayê biguherîne.