Li Silêmaniyê îsal ‘Sala Xemgîniyê’ ye
Silêmanî (Rûdaw) – “Tu dibêjî qey xweliya miriyan li Silêmaniyê nîştiye. Koça dawî ya Mam Celal, birîna wendakirina Kak Newşîrwan hinavê ve dikelîne.” Ev gotinên Deşnê Ehmed in, ku mamostaya zanînhegê ye li Silêmaniyê.
Di navbera mirina Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa û Sekreterê Giştî YNKê Celal Talebanî de 137 roj derbas bûn. Herdu jî nêzîkî nîv sedsalê hevalên hev bûn û hevxebat bûn. Koça dawî ya herdu serkirdeyan giraniyeke siyasî û dîrokî xiste ser Silêmaniyê.
Silêmanî birîndar e
Deşnê Ehmed, ku endama rêxistina Yekîtiya Nîştîmaniya Kuridstanê (YNK) bûye, di sala 2009ê de bûye alîgirê Tevgera Goran. Deşnê li Girê Debaşanê di dema bixak spartina Mam Celal de got: “Silêmanî birîndar e. Îsal mirina Mam Celal û kak Newşîrwan zêdetir xelkê Silêmaniyê westand.”
Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talebanî roja 3ê Cotmehê li Berlîna Almanyayê koça dawî kir. Roja Înê, wate 6ê Cothemê jî termê wî anîne Silêmaniyê û hate veşartin.
Ji destpêka ketina bajêr heta Debaşanê alên reş, wêneyên rû bi ken ên Talebanî hatibûne bilind kirin. Ji ber berhevbûna hejmareke mezin a girseya gel, termê Mam Celal bi zehmetî gihandine Mizgefta Mezin a Silêmaniyê.
Berawirdê Newşîrwan Mistefa, Talebanî ji bo Silêmaniyê dûrtir bû. Çimkî Newşîrwan Mistefa zarokê kolana Serşeqam a Silêmaniyê bû. Lê Talebanî li gundê Kelkanê ya Dokanê ji dayik bibû. Talebanî piraniya jiyana xwe ya siyasî û pêşmergetiyê li Silêmaniyê û derdora wê biribû serî. Ji aliyê temen û ezmûna xwe ve, weke mamoste û rêberê siyasî yê Newşîrwan Mistefa jî tê binavkirin.
Talebanî du nasnav dane Silêmaniyê
“Bajarê jiyanê” û “Bajarê helmet û qurbaniyê” du nasnav bûn, ku Celal Talebanî bexşî Silêmaniyê. Di bergeha xelkê Silêmaniyê de piştî nexweşketina Talebanî, dûrketina wê ji qada siyasetê, herwiha destpêkirina şerê DAIŞê û qeyrana darayî, Silêmanî westiyaye.
Kadroyê YNKê Pîştîwan Zahir dibêje: “Mam Celal hemû ji hev nerazî nakok li hev komdikir. Bi civînekê gelek pirsgirêk çareser dikir. Piştî nexweşketina wî rewşa YNKê hêdî hêdî têkçû. Vê yekê jî bandor li ser Silêmanî û tevahiya Kurdistanê kir.”
Silêmanî navenda sereke ya cemawerî ya YNK û Tevgera Goran e. Herdu jî berhemê heman kaniya siyasî ne. Lê herdukan jî îsal kesê xwe yê yekemîn ji dest dan.
Ferîq Helebceyî, ku wênegir e dibêje: “Mirina herdukan sala Silêmaniyê kire sala xemgîniyê. Herweke çawa di jiyana Pêxemberê Îslamê de sala ku Xetîceyê hevjîna wî û Ebû Mûtalibê mamê wî koça dawî kir, ew sal di dîroka îslamê de weke sala xemê tê dîtin.
Talebanî û Barzanî
Roja merasîma anîna termê Talebanî û heta roja din, yekemîn roja şîna wî de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Silêmaniyê ma.
Danîna qewzwegulê li ser tabûta Mam Celal, pêçana tabûta wî bi ala Kurdistanê û paşî silava serbazî ya Barzanî ji bo Talebanî, we kir, ku di dema veşartina termê Talebanî de xelk daxwaza yekrêzî û hevgirtinê bike.
Roja taziyê dema Barzanî careke din qezegul danî ser tirba Mam Celal got: “Pêwîst e em biratiya xwe kûr bikin, yekrêziya xwe biparêzin û bi vê yekê ruhê Mam Celal şad bikin.”
Li Silêmaniyê valatiya siyasî heye
Li Silêmaniyê navê 3 hezar kompanyayên naxwe û hezar kompanyayên biyanî hatine tomarkirin. Li gorî Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê Yasîm Mehmûd, koça dawî ya herdu serkirdeyan jî bandor li aboriya bajêr kiriye.
Yasîn Mehmûd dibêje: “Ji sala 2014ê ve li Silêmaniyê ji ber kêşeyên siyasî û nakokiyan valabûneke îdarî heye. Heta niha jî parêzgarek ji bo bajêr nehatiye diyarkirin. Ev yek jî bandorê li ser projeyên berhemanîn û kerta aborî bi giştî dike. Lewma hinek sermayedaran projeyên xwe birine bajarên din.”
Derbarê koça dawî ka Newşîrwan Mistefa û Mam Celal jî Berdevkê Yekîtiya Veberhênerên Kurdistanê diyar dike: “Berpirsên hikûmî û hizbî ji Kak Newşîrwan ditirsiyan û nedikarîn astengiyan çêbikin. Lê piştî koça wî ew jî nema. Piştî nexweşiya Mam Celal jî karê berhemanînê bi giştî li Silêmaniyê kêm bû. Tê bîra min Mam Celal çendîn caran ji Bexdayê hatiye, yek bi yek bang li sermayedar û veberhêneran kiriye da ku karê zêdetir li Silêmaniyê bikin. Hemû dewlemendên bajêr bi piştgirî û karasaniya Mam Celal karên xwe dikirin. Lê mixabin, piştî nexweişiya wî em bêkes man.”