Çekdarên Heşda Şeibî îşkence li xortekî mesîhî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Deşta Neynewayê ya ser bi Heşda Şeibî, îşkence li xortekî mesîhî kirin.

 

Fîraz Sebah ku mesîhiyekî ji Qereqûşê ye û di heman demê welatiyê Swêdê ye, ji bo ku di xaniyê xwe de bijî vegeriyaye Qereqûşê, lê belê Hêzên Parastina Deşta Neynewayê ku girêdayî Heşda Şeibî ne, xaniyê wî kirine baregeh û jê derneketine. Ji ber ku Fîraz Sebah xwestiye jê xaniyê wî derkevin, grûpeke çekdarên Hêzên Parastina Deşta Neynewayê bi awayekî tund li wî îşkence kirine.

 

Fîraz Sebah ji Rûdawê re aşkere kir: “Hêzên Parastina Deşta Neynewayê mala min ji xwe re kirine baregeh, min ji wan xwest mala min bidin min, loma hêrs bûne û bahaneyek digeriyan ku li min xin, bi hinceta ku min dikana xwe 17 xulekan vekirî hiştiye, du mefreze ji hêza xwe şandin û li min xistin. Bi hemû awayan sivikatî bi min kirin.”

 

Rayedarê Heşda Babilyonê Reyan Kildanî di kanaleke televîzyonî ya Iraqê de dîmenên îşkeceya Fîraz Sebah nişan dabû û gotibû: “Ji ber ku di referandumê de dengê 'Nexêr' daye, asayişa Enkawayê ya Hewlêrê li wî xistiye.”

 

Fîraz Sebah li ser dîmenên ku rayedarê Heşda Babilyonê Reyan Kildanî îdia kiribû ji aliyê hêzên asayişa Kurdistanê ve hatiye îşkencekirin aşkere kir: “Ew vîdeoya ku li ser min hatiye belavkirin ne rast e û bi vî karê xwe bi yekcarî mafê min winda kirin. Hewlêrê alîkariya min kir. Piştî ku Hêzên Parastina Deşta Neynewayê li min îşkence kirin, ez li Hewlêrê derbasî nexweşxaneyê bûm û ez hatim dermankirin, eger ne ji Hewlêrê ba, niha ez nemabûm.”

 

Hêzên Parastina Deşta Neynewayê beşa leşkerî ya Tevgera Aşûrî ya Demokrat e, loma Fîraz name ji berpirsê wê tevgerê re ku Yûnadim Kenna ye şandiye û jê re çîroka xwe vegotiye, niha jî dengê xwe digihîne hemû aliyan ku alîkariya wî bikin, da ku mafê wî winda nebe.

 

Sebah herwiha diyar kir: “Ez hêvî dikim ku Şêx Reyan bi Yûnadim Kenna re biaxive û mafê min ji Hêzên Parastina Neynewayê bistînin, ji ber ku ofîsa Yûnadim Kenna bi min re kete peywendiyê û haya wan ji çîroka min heye.”

 

Hêzên Parastina Neynewa li Qereqûşê li dijî Fîraz Sebah doz vekiriye ku wî êrişî wan kiriye û wî xwe birîndar kiriye. Herwiha Sebah jî li Hewlêrê dozek vedike û daxwaza mafê xwe dike, da ku bikare bi aramî li ser axa xwe bijî.